Aborî

Pembûyê wekî 'Zêrê spî' dihat nasîn êdî bê qîmet e

Li herêma Çukurovayê pembûyê ku rençberan berê bi navê "Zêrê spî" bi nav dikirin êdî heqê keda wan dernaxe. Rençber li şûna pembû êdî neçarin gulberojan biçînin. Serokê Şaxa ZMO ya Edeneyê Semih Karademir, diyar kir ku êdî lêçûna pembû zêde ye û hatina wî kêm e û ji ber vê yekê rençberan dest bi çandina gulberojan kiriye.

Nûçeyê bixwîne

‘Aştî tune be veberhênanî jî bi kêrî tiştekî nayê'

Li Wanê esnaf bêyî serfetihê derabeyên xwe datînin. Serokê Komeleya Galerîvanên Otoyan Îsmet Înan wiha got: "Heke tevî veberhênaniyan aştî jî tune be, dê veberhênanî bi tena serê xwe bi kêrî tiştekî jî neyên. Tekane çareserî ev e."

Nûçeyê bixwîne

Di cejnê de jî rezervasyona turîzmê tune

Turîzmvanên ku ji ber krîza aborî bi rojên zor û zehmet re rû bi rû mane, hêviyek wan jî Cejna Remezanê bû. Lê cejn jî nebû çare. Kardêrên li Kûşadasiyê ku yek ji navendên turîzmê ye, diyar kirin ku cejn hat lê belê hîn jî rezervasyon tune ne.

Nûçeyê bixwîne

Di gulanê de 792 şirket hatin girtin

Tevî ku TUÎK'ê di raporê de diyar kir ku aborî mezin bûye jî, dîsa li gorî lêkolînan di meha gulanê de 792 şîrket hatin girtin.

Nûçeyê bixwîne

Sewalvan ketine etra kayê, hikûmet jî ketiye derdê îthalatê

Sewalvanên rihayî, ji ber zêdebûna buhayên êm û kayê êdî nikarin tevbigerin. Li gel vê rewşê hikûmet jî, ji dêvla ku piştevaniya wan bike, dixwaze bi îthalata heywanan çareseriyê peyda bike. Sewalvanan diyar kir ku, ev rêbaz buhayên goşt zêde dike û ji ber vê sewalvan êdî nikarin heywanan xwedî bikin.

Nûçeyê bixwîne

Bi şerê Sûriyeyê re betalî zêde bû

Piştî şerê li Sûriyeyê pêş ket, li navçeyên Hatayê betalî jî zêde bû. Welatiyên ku bi piranî bazirganiya sînor, çandinî û sewalkarî dikirin, ji ber xeta sînor hat girtin ji neçarî koçî bajarên Antalya û Stenbolê dikin.

Nûçeyê bixwîne

Aborî 'mezin bû' deynê li derve zêde dibe

Nîqaşên li ser daxuyaniya TUÎK'ê yên wekî "aborî mezin bû" berdewam dikin, sektorên taybet ên di meha Nîsanê de ji derve bi mawaya (vade) dem kurt deynê krediyê wergirtin 15,6 milyar dolar e, deynê mawaya demdirêj jî 205 milyar dolar e.

Nûçeyê bixwîne

Rençberên Zeytûnan: Zeytûn bihişta me ye

Xala der barê zeytûnan ji pêşnûmaya "Pakêta Reforma Hilberînê" paşve hat kişandin. Rençberên zeytûnan diyar kirin ku ew naxwazin baxçeyên bihiştê bikin qadên kan û sanayê û wiha gotin: "Em naxwazin baxçe û bihiştên me tune bibin. Em sanayê naxwazin."

Nûçeyê bixwîne

Zimanê desthilatdariyê tûrîstan dide revandin

Xwediyên otelên ên li herêma Kiz Kalesî ya navçeya Erdemliyê otelan didin xebatê, ji ber ku kêmbûna tûrîstan tengezar in. Karmendên otelan sedena nehatina tûrîstan jî bi polîtîkaya desthilatdariyê ve girêdan û aşkera kirin ku almanan gotiye ku 'Em ê li welatekî ku serokê wê ji me re bêje Nazî û faşîst, em ê çi bikin.'

Nûçeyê bixwîne

Mêşvan ji rewşa heyî nerazî ne

Mehmet Sangûr ku li Taxa Bostanîçî ya navçeya Rêya Hevrîşîmê kewarên xwe yên mêşan danîne erdekî beyar, diyar kir ku ew her sal diçûn zozanên Pirneşîn, Terpinêr û Porsê yên Miksê, lê belê îsal ji ber "qedexeyê" ew nikarin biçin.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 1 / 23