Ekolojî

Ev 50 sale Newala Îluhê nayê islahkirin

Li Êlihê Newala Îluhê ev 50 sale pirsgirêkên wê nehatine çareserkirin. Ev newal bandorek neyînî l ser derdor û şêniyên derdorêdike. Her roj qirêjî li newalê zede dibe û hemû sozên ji bo islahkirina newalê hatin dayîn jî pêk nehetine.

Nûçeyê bixwîne

'HES'ên li Alakirê bi awayekî derhiqûqî tên avakirin'

Her çendî çêkirina HES'an li ser Newala Alakiriyê ji hêla dadgehê ve hat qedexekirin jî, HES'a 5'emîn hat çêkirin. Dildara Xwişk/Biratiya Newala Alakirê Tugba Gunal diyar kir ku jiyana xwezayî û zindîwerên di newalê de tê tunekirin, ji ber wê ew ê têkoşîna xwe ya li dijî HES'an dewam bikin.

Nûçeyê bixwîne

Ekolojîst Barka: Li dijî ekolojîparêzan artêşên lûledirêj hatin avakirin

Di ser OHAL'a hat îlankirin û KHK'yên hatin derxistin re salek derbas bû. Bi OHAL'a tê dirêjkirin û KHK'yên tên derxistin re li hemberî têkoşîna ekolojiyê jî darbe pêk hat. Ekolojîst Ertûgrûl Barka, bi bîr xist ku bi KHK'yan yekeyên ewlehiya taybet bi çekên lûledirêj li dijî kesên ji bo ekolojiyê têdikoşin jî destûra avakirina artêşên xwe dane.

Nûçeyê bixwîne

Walî ji bo JES'ê pêdivî bi ÇED'ê nedît

Waliyê Îzmirê ji bo bîrên JES'ê yên li taxa Uzundere ya navçeya Karabaglar bên vekirin pêdivî bi lêkolîn û rapora ÇED'ê nedît. Serokê Komeleya Parastina Bajarvaniyê Suleyman Gur, diyar kir ku cihê hiqûq lê xelas dibe çalakî dest pê dike.

Nûçeyê bixwîne

Şîrketê biryara dadgehê binpê kir û turbîna 4'emîn diçikîne!

Li gel birayara "rawestandina rêveçûyînî" a Daîreya 5'emîn a Dadgeha Bilind, biryara "Dijî mewzûata îmarê û li ser qadên SÎT'î nayê çêkirin" a Dadgeha Îdarî ya Herêmê ya Îzmîrê û biryara "rûxandinê" ya Şaredariya Bodrûmê jî, li Gerîşê turbîna 4'emîn a RES'ê tê çikandin.

Nûçeyê bixwîne

JES bajarê Antîk Magnesiayê jî tehdîd dikin!

Li Bajarê Antîk ê Magnesia û gelek gor û perestegehên dîrokî ji ber avakirina JES’an bi tune bûnê re rû bi rû mane.

Nûçeyê bixwîne

Robar tije çop kirin û keleha dîrokî jî kirin axur!

Li bajaroka Qesrikê Robarê Rîsorê bi çopan hatiye dagirtin û her wiha Keleha Mîr û malên ji dema asûriyan mayî jî wek axuran tên bikaranîn.

Nûçeyê bixwîne

Şaredariya CHP'î ji bo dibistana taybet darên zeytûnan birîn

Şaredariya CHP'î ya Mezitlî ji bo dibistana taybet ava bike 209 dolim qada daristanê ya Taxa Esenbaglarê dewrî MEB'ê kir. Welatiyên taxê yên darê wan hatin birîn bertek nîşan dan.

Nûçeyê bixwîne

Li Tekirdagê di şewata daristanê de qadeke 50 hektarî bû xwelî

Li Taxa Yayabaşi ya girêdayî navçeya navendî Suleymanpaşayê ye, ji ber sedemeke nediyar li daristanê şewat derket. Di şewatê de qadeke 50 hektarî bû xwelî.

Nûçeyê bixwîne

Xwestin li nava taxê çahla JES'ê bikolin

Derket holê ku li Taxa Ûzûndere ya Karabaglarê hatiye xwestin ku çahlên JES'ê bên kolandin. Walîtiyê hewce bi ÇED'ê jî nedîtiye. Li ser îtirazên şêniyên taxê pêvajoya ÇED'ê hatiye destpêkirin. Şêniyên taxê anîn ziman ku destûr nadin vê projeyê.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 1 / 16